Li Bismilê hejmara kesên hatin binçavkirin bû 16

Li Bismilê hejmara kesên hatin binçavkirin bû 16

Li navçeya Bismilê Amedê, piştî pevçûnên dijwar ên piştî xwepêşandanên ji bo Kobanê çêbûn de 16 ke hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de zarok jî hene.

Hate zanîn ku li navçeya Bismilê ya Amedê piştî çalakiyên ji bo Kobanê, 16 kes hatin binçavkirin û di nava vana de zarok jî hene.

Hate ragihandin ku polîsan sibê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de herî kêm 12 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku 4 zarokên din hatin binçavkirin û hejmara kesên hatine binçavkirin gihiştiye 16’an.

Zarokên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Bismilê.