Li Bextê bi hezaran kesî zincîra aştiyê çêkirin

Li Bextê bi hezaran kesî zincîra aştiyê çêkirin

Bi hezaran kesên ji gelek bajarên weke Stenbol, Edene, Antalya û Colemêrgê hatin, ji bo destekê bidin berxwedana destanî ya li Kobanê li gundê Bextê yê Pirsûsê zincîra ji mirovan çêkirin. Girseya gel, berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê silav kir.

Bi hezaran kesî, li gundê Bextê yê li ser sînorê Kobanê ye, zincîra aştiyê çêkirin.

Ji Stenbol, Edene, Antalya, Colemêrg û gelek bajarên din, tevî Meclîsên Ciwanan û Rêxistinên Jinan ên HDP-HDK'ê bi hezaran kes hatin ser sînor û ji bo bîranîna cangoriyên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, li ber sirûda 'Çerxa Şoreşê' deqeyek rêz girtin.

Girseya gel a ku zincîra ji metreyan çêkir, dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bijî MLKP", "Serkan Tosûn dijî, MLKP şer dike" qîriya.

Di axaftinên li vir de hat destnîşankirin ku bi rojane li Kobanê berxwedaneke mezin tê nîşandan û hat gotin ku gelê Kurd wê Kobanê biparêze.

Li dû axaftinan, sirûdên "Bijî Rojava, YPG" hatin gotin. Li dû çalakiya zincîrê, govend hat gerandin.