Li Bexdayê du êrîşên bombeyî
Li Bexdayê di encama du êrîşên bombeyî de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Bexdayê di encama du êrîşên bombeyî de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Bexdayê di encama du êrîşên bombeyî de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Yûsûfiya ya paytexta Iraq Bexdayê, li hemberî mizgefteke Şîa du êrîşên bombeyî hatin kirin.
DAIŞ'ê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe. Hat ragihandin ku bombeyek bi destan hatiye çêkirin, dema Şîa ji mizgeftê derdiketin hatiye teqandin.
Beriya vê êrîşê jî xwekujekî êrîş pêk anî.
Di encama van êrîşan de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 28 kes jî birîndar bûn.