Li Bexda êrîşên bombeyî: 9 mirî

Li başûrê Bexda li hemberî Şîiyan du êrîşên bombeyî pêk hatin. Di êrîşan de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajaroka El-Yûsifiyê ya li başûrê Bexda ya paytexta Iraqê wesayîteke bombebarkirî ya li pêşiya mizgeftekê hatibû parkkirin dema gel piştî nimêjê ji mizgeftê derket hat teqandin. Di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 9 kes jî birîndar bûn.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku dema hêzên ewlekariyê dihatin cihê bûyerê êrîşkarekî êlekê întîxarî li ser, xwe teqand. Di êrîşa întîxarî de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 28 kes birîndar bûn.

Tê diyarkirin ku êrîşên Şîî dibin hedef ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên kirin.