Li Bênê 7 çekdar hatin kuştin
Li Bênê 7 çekdar hatin kuştin
Li Bênê 7 çekdar hatin kuştin
Li gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê, di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çekdar de pevçûn derketin. Di pevçûnên hîn jî dom dikin de 7 endamên komên çekdar hatin kuştin.
Çavkaniyên nêzî YPG'ê diyar kirin ku di navbera yekîneyên wan û komên çekdar ku di avahiyeke ji du qatan a li ser rêya gundên Bsilê, Aqîbê û Bênê de bicîbûbûn pevçûn derketiye heta danê nîvro berdewam kiriye. Çavkaniyên YPG'ê destnîşan kirin ku di encamê de koma çekdar ji avahiyê derketiye û ber bi gundî Bênê ve vekişiya.
Heman çavkaniyê diyar kir ku di pevçûnan de 7 endamên komên çekdar hatine kuştin, wesayîtek doçka, çekek arpîcî (RPG) û hin çekên sivik hatine desteserkirin.
Hate ragihandin ku komên çekdar yên li gundê Bênê bicî dibin, gundên derdorê bi hawanan bombebaran dikin û di encamê de gelek zeviyên ceh û genim şewitîne, her wiha avahiyên welatiyan xerab bûne.
Pevçûnên li derdora gundê Bênê didomin.