Li Bêdlisê kontra bi kincên gerîla digerin

Li Bêdlisê kontra bi kincên gerîla digerin

Li Bêdlisê xebatên kontra yên ser bi artêşa Tirk zêde dibin. Hat ragihandin li gunên navçeya Norşînê jî, leşker kemînê datînin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê bi daxuayniyeke nivîskî, der heqê liv û tevgera leşkerî û xebatên kontra yên li Bêdlisê de agahî da.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Di navbera 19-20'ê Tîrmehê de, li derdora gundên Aşagimork û Xest ên ser bi navçeya Bêdlis Norşînê, artêşa Tirk a dagirker kemîn danî. Her weha li van gundan û derdorên wê, yekîneyên kontra yên artêşa Tirk a dagirker, bi kincên hêzên me yên gerîla digerin û antî-propaganda dikin."

Her weha hat ragihandin ku li derdora gundê Ximsê yê navçeya Tetwanê jî komek kontra ya artêşa Tirk bi kincên gerîla digere û ji gel hat xwestin ku hişyar be.