Li Bedlîsê goreke din a komî hat dîtin
Li Bedlîsê goreke din a komî hat dîtin
Li Bedlîsê goreke din a komî hat dîtin
Li Kurdistanê şopên şerê 30 salî her roj zêdetir derdikevin. Li yek ji bajarê Kurdistanê Bedlîsê ku şer bi awayekî herî dijwar lê rû da her roj goreke komî derdikeve holê. Herî dawî goreke komî ya 6 gerîllayên ARGK’ê yên di 30-31’ê Tebaxa sala 1993’an de li gundê Yukariolek ê Bedlîsê lê hatibûn veşartin hat dîtin. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan Hesen Ceylan, got ku ji bo nasnameya gerîlla Mustafa Koç, Candan, Hêvî, Çîçek û Sozdar were tespîtkirin divê malbat serî li Komeleya Mafê Mirovan a Bedlîsê bidin.
Gora Komî ya 6 gerîllayên ku di sala 1993’yan de li nêzî gundê Yukariolekê yê Bedlîsê di encama kemînê de jiyana xwe ji dest dan hate dîtin. Tê destnîşankirin ku gerîlla di şeva 30’ê Tebaxê de dema diçûn gundê Yukariolek ketibûn kemînê û di şerê heta êvarî berdewam kiribû de jiyana xwe ji dest dane.
Piştî şer gundiyên derdor tevî ku xwestine li gorî usûlên olî cenazeyên gerîlayan defn bikin jî leşkeran destûr nedaye. Gundiyan jî li ser vê yekê cenazeyên gerîlayan 10-20 metre dûrî goristana gundê Yukariolek veşartine û nîşan kirine.
Der barê mijarê de ku me serî li nêrînên Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Bedlîsê Hesen Ceylan dan got: “Armanca me tespîtkirina nasnameya gerîllayan, xwegihandina malbatên wan û li gorî tê xwestin defnkirina cenazeyan e.”
Ceylan destnîşan kir ku di gelek serîlêdanên fermî de rastî astengiya dewletê tên û wiha berdewam kir: “Li gorî çavkaniyên herêmî ku nasnavê gerîllayan Mustafa Koç, Candan, Hêvî, Çîçek û Sozdar in ji bo nasnameya wan a rast were tespîtkirin wek Komeleya Mafê Mirovan a dixebitin. Ji bo tespîtkirina nasnameyan em bang li malbatan dikin da ku werin serî li Komeleya Mafê Mirovan bidin.”