Li Bedlîs û Geverê Şoreşa Rojava hate pîroz kirin

Li Bedlîs û Geverê Şoreşa Rojava hate pîroz kirin

Bi boneya 1’mîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li navçeya Tetwan û Geverê bi hezaran kes kombû û Şoreşa Rojava pîroz kirin. Serokê BDP’a Bedlîsê M. Can Demîr diyarkir ku, destkeftiyên Rojava destkeftiyê Kurdistanê ne. Li Geverê jî têkildarî Şoreşa Rojava sînevîzyon hate pêşandan.

Rêxistina BDP’a Bedlîsê li cihê Fûara Tetwanê bi armanca silavdayîna “Şoreşa Rojava” mitîngek hate li darxistin. Di nav de Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husametîn Zenderlîoglû, rêveber û şaredarên herêmê ên BDP’ê heyî bi hezaran kes tevlî mitîngê bûn. Di qada mitîngê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gêrîlayên HPG’ê ên jiyana xwe ji dest dayîn hatin daliqandin. Mitînga ku “Şoreşa Rojava” hate silav kirin hunermend Îlkay Akkaya û Seyda Perînçek bi stranên xwe piştgirî dan. Axaftina vekirina mitîngê Serokê BDP’a Bedlîsê M. Can Demîr kir û got: “Ji bo PYD û Kurdên Rojava ên li hemberî rejima Esad û aliyekê de jî li hemberî çeteyan tekoşînek mezin didin meşandin, pêwîste em kurdên li Tirkiyeyê jî piştgiriyê bidinê. Destkeftiyên Rojava, destkeftiyên Kurdistanê ne. Destkeftiyên we ne.” Şaredarê Tetwanê Abdullah Ok jî da diyarkirin ku, ew li benda piştgiriya gelê Tetwanê ne ji bo “Şoreşa Rojava”.

‘KURD LI 4 PERÇEYAN BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞIN’

Di mitînga ku sloganên “Bijî Serok Apo” û “Silav silav Rojav” hatin qîrîn, Husametîn Zenderlîoglû axivî û destnîşan kir ku, bi berxwedana Kurdan ya li Rojava çespandiye ku li Rojhilata Navîn Kurd xwediyê gotinê ne. Zenderlîoglû anî ziman ku, ev polîtîkayên AKP’ê ên piştgiriyê dide çeteyên li Sûriyeyê hertim êrîşî PYD’ê dikin, pêwîste dest jê berde û got: “Kurdan bi tekoşîna ku bi salane li her çar perçeyan didin meşandin daye çespandin ku li Rojhilata Navîn xwediyê gotinê ye. Tekoşîna ku îro li Rojava tê dayîn ev yek careke din çespand. Tekoşîna dîrokî ya ku Rêber Apo û gêrîlayan da, Kurd kirin Kurd û Kurdistanî. Ji vê demjimêrê û pêve çi zorba dê nekarin li Rojhilata Navîn destkeftiyên Kurdan ji destê wan derxînin. Îro li Rojava gelê Kurd hem li dijî rejima Esad û hem jî li dijî çeteyên li Sûriyeyê tekoşînekî bêhempa dide meşandin. Êdî li herêmê di pêşengtiya PYD’ê de Herêmeke Otonom ya Kurdistana Xweser hatiye avakirin. Weke ku hemû cîhanê fêmkirî, pêwîste Tirkiye jî fêm bike. Pêwîste Tirkiye dest ji piştevaniya çeteyên ku li Rojava êrîşî gelê Kurd dikin hewil didin vîna wan bişkênin berde. Pêwîste Tirkiye dest ji hewildanên şikandina vîna Kurd berde. Ger wisan neke ev dê li Rojhilata Navîn jî pê bide winda kirin, wê nede qezenc kirin.”

Piştî axaftinan koma muzîkê Navenda Çanda Mezopotamya a Wanê Koma Rojen, Îlkay Akkaya û Seyda Perînçek derketin ser dikê.

GEVER

Li Navçeya Gever a Colemêrgê jî ji aliyê Komeleya Çand û Huner a Geverê ve di çarçoveya salvegera “Şoreşa Rojava” de xwepêşandaneke sînevîzyonê hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî aktîvîteya li baxçeyê Komeleya  Çand û Huner a Geverê bûn. Hunermend Mesut Geverî yê di aktîvîteyê de axivî wiha got, "Zilm û qirkirina ku demekê li hemberî gelê Kurd pêk dihat, ji bo navê Kurdan dabana jibîrkirin, ew di huner, çand û stranên wan de nedabana jiyandin pêş ket. Lê Kurd bi têkoşîna bi rûmet re têkoşîna xwe ya mafdar berdewam dikin. Şoreşa Rojava ya bi berxwedana YPG'ê derket asta jor berhema têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd e.”  

Piştî axaftinan sînevîzyona ku mijara wê “Şoreşa Rojava”  bû hat temaşekirin.  Ligel wê li taxên Gungor û Orman ên Geverê bi îmzeya "Fedayiyê Ciwan ê Gever” pankarta  "Wê ciwan ji bo azadiyê bijî, ji bo Rêbertî şer bike” hat daliqandin.