Li Başûrê Kurdistanê 8 çete hatin kuştin

Li Başûrê Kurdistanê 8 çete hatin kuştin

3’ê Cotmehê li hember çeteyên DAIŞ ên xwestin êrîşî gundê Gabare yê Şengalê bikin gerîlayên HPG’ê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di çalakiya gerîlayan de panzereke aîdî çeteyan ku hat rûxandin  6 çeteyên di panzerê de hatin kuştin. Gerîlayên HPG’ê li gundê Vahte jî li dijî çeteyên DAIŞ çalakiyeke sûîqestê pêk anîn.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku di saetên sibeha 3’ê Cotmehê de li hember çeteyên DAIŞ ên xwestin êrîşî gundê Gabarê yê Şengalê bikin gerîlayên HPG’ê çalakiyeke sabotajê pêk anîn.

Hat ragihandin ku di çalakiya sabotajê ya gerîlayan de panzereke aîdî çeteyên DAIŞ bi temamî hat rûxandin û 6 çeteyên têde hatin kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê da xuyakirin ku li heman herêmê şer û pevçûn didomin û got, “Di şer û pevçûna di navbera gerîlayên me, Yekîneyên Berxwedana Şengal û çeteyên DAIŞ de şervanekî YBŞ’ê şehîd ket.”

Li gel vê Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê diyar kir ku  3’ê Cotmehê saet di navbera 09:00 û 10:00’an  de gerîlayên HPG’ê li hember çeteyên DAIŞ du çalakiyên sûîqestê pêk anîne, di vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.