Li başûrê gundê Boydê 5 hezar sivîl asê mane
Li başûrê gundê Boydê 5 hezar sivîl asê mane
Li başûrê gundê Boydê 5 hezar sivîl asê mane
5 hezar kesên piraniya wan jin û zarok in, xwestin ji Kobanê derkevin û derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, rastî astengiya leşkerên Tirk hatin. 5 hezar kes di bin êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ne, gelê ku xwest ji ber êrîşan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, rastî êrîşa leşker û polîsên Tirk hatin.
5 hezar kesên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, rastî astengiya leşkerên Tirk hatin. 5 hezar kesên ku piraniya wan jin û zarok in, bi êrîşan re rû bi rû ne. Polîs û leşkerên Tirk êrîşî kesên ku xwestin derbasî gundê Boydê yê Pirsûsê bibin.
Çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî dijwar ji Girê Îzaê êrîşî cihê ku Kobanî lê mane dikin. Heta gava ku ev nûçeya me dihate amadekirin, dengê çekan dihat û 5 hezar kes asê mane.
LEŞKERAN DUH LI KESEKÎ XISTIN
Her wiha, kesên ku li ser sînor nobetê digirin, dan zanîn ku duh bi şev kesek xwest ji Kobanê derbasî bundê Boydê bibe, rastî êrîşa leşkerên Tirk hat û leşkeran gelekî li wî xistin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, leşkeran gef li kesên ku xwestin kesê ji Kobanî hatibû, ji nav destê leşkeran derxin xwarine.