Li Başûr 'Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê' ava bû
Li Başûr 'Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê' ava bû
Li Başûr 'Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê' ava bû

Bi kongreya li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê re Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, ava bû. Ala tevgerê jî diyar bû.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, ku nêzî du sal in amadekariyên wê dihat kirin, di 17'ê Cotmehê de bi beşdariya 150 delegeyan li bajarê Silêmaniyê kongreya xwe lidar xist.
Di kongreya ku bi dirûşma "Ji bo takekesê azad civaka demokratîk" hat lidarxistin de, avabûna vê tevgera nû ya civakî bi awayekî fermî hat ragihandin.
Di kongreyê de ji bo hevserokatiya tevgerê Şîlan Şakir û Mihemed Ebdûllah hatin hilbijartin, ji bo konseya rêveberiyê jî 15 kes hatin hilbijartin.
Hevserok Mihemed Ebdûllah di axaftina girtinê ya kongreyê de diyar kir ku gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê li ser piyan e û destnîşan kir ku planên qirêj ên li ser Kurdistanê, bi berxwedana Kobanê re hatine pûçkirin.
Ebdûllah got, "Di vê demê de pêwîstiya me herî zêde bi yekîtî û rêxistinbûyînê heye. Divê em ji hêza xwe ya cewherî piştrast bin û xwe xurt bikin. Serketin û azadî bi vî rengî pêkane.
ALA TEVGERÊ
