Li Başûr ciwanên Kurd têne xapandin û dişînin Sûriyeyê

Li Başûr ciwanên Kurd têne xapandin û dişînin Sûriyeyê

Li navçeya Helebceyê û qezayên wê ciwanên Kurd di bin navê cîhadê de têne xapandin û dişînin şerê li Sûriyeyê. Piraniya ciwanan li mizgeftan têne rêxistin kirin û li ser Tirkiyeyê re derbazî Sûriyeyê dikin û daxilî Artêşa Azad dibin.

Li Başûrê Kurdistanê navçeya Helebce û qezayên Xurmalê ên ser bi Silêmaniyê ve bi dehan ciwanên Kurd têne xapandin û dişînin Sûriyeyê , her wiha daxilî Artêşa Azad dikin.

Li gorî agahiyên ku me ji herêmê girtin, meha bûrî ji navçeya Helebce ya Silêmaniyê 75 ciwan û li qezaya Xurmalê 12 ciwanên Kurd li ser Tirkiyeyê re derbazî Sûriyeyê kirine. Li Helebceyê piraniya ciwanên ku zanîngehê dixwînin li sê mizgeftan rêxistin dikin û piştî pasaportan jêre çêdikin dişînin bajarê Tirkiyeyê Stenbolê. Ji wir jî ciwanan derbazî Sûriyeyê dikin û dixin nava Artêşa Azad de.

Çavkaniyên herêmî dane diyarkirin ku, ciwanan di bin navê cîhadê de dixapînin û dibin. Her wiha hate ragihandin ku, malbat ji vê rewşê nerazî ne lê bêçarene, nikarin tiştekê bikin.