Li Basel û Marsîlyayê çalakiyên ji bo Kobanê

Li Basel û Marsîlyayê çalakiyên ji bo Kobanê

Li bajarê Swîsre Basel û li bajarê Fransa Marsîlyayê, çalakiyên ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê hatin lidarxistin.

Li bajarê Swîsre Baselê, bi hezaran kes li ser banga Ciwanên Azad tevlî çalakiya xwedîderketina li berxwedana Kobanê bûn.

Kurdistaniyên li kantonên Aarau û Solothournê tevlî çalakiya li Baselê bûn. Bi hezaran kesên dest bi meşê kirin li Claraplatzê ji bo 10 deqeyan çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Meşa ku tê de belavok li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana YPG/YPJ'ê hatin belavkirin, li Marktplatzê bi dawî bû. Piştî axaftinên li ser anvê Komeleya Kurd a Baselê û PYD'ê, girseya gel bi qasî 30 deqeyan çalakiya rûniştinê lidar xist û belav bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê jî, piştî ku nûçeya bêbingeh a digotin 'Kobanê ketiye destê DAIŞ'ê hat belavkirin, girseya gel herikî Meydana Vieux Port a lê çalakiya kon tê lidarxistin. Girseya gel li vir ji bo 3 saetan çalakiya rûniştinê lidar xist û banga alîkariya lezgîn li saziyên navneteweyî kir. Li dû mîtînga duh, çalakiya kon ji aliyê endamên Navenda Çanda Elewî ya li Marsîlyayê ve dewir hat girtin.