Li Balkanan drama penaberan dewam dike

Bi nêzîkbûna zivistanê re li welatên Balkanan, drama penaberan û xemsariya rayedaran dewam dikin.

Bi nêzîkbûna zivistanê re li welatên Balkanan, drama penaberan û xemsariya rayedaran dewam dikin. Bi hezaran penaber hewl didin ji Yewnanîstanê derbasî Makedonyayê bibin. Lê belê bi tenê ji penaberên ji Sûriye, Iraq û Afganîstanê re destûra derbasbûnê tê dayîn.

Yên ku duh tevahiya rojê hewl dan ji sînor derbas bibin, penaberên ji Fas, Cezayî û Pakîstanê bûn. Polîsê Makedon diyar kirin ku ji ber ku ev penaber ji Sûriye, Iraq an jî Afganîstanê nehatine, ew ê destûra derbasbûnê nedin û nehiştin penaber ji sînor derbas bibin.

Bi hezaran penaberan beşek ji 40 metreyî ya têlên bi stirî yên li ser sînor birîn û hewl dan derbas bibin. Li ser destwerdana polîsên li ser sînor re şer derket. Li bajarê Idomenî yê li bakurê Yewnanîstanê hînê 1.500 penaber li hev civiyane.

Bi dehan penaberên ji têlên li ser sînor derbas bûn, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Her wiha têlên hatine birîn jî, ji nû ve tên rêsandin.

Tê texmînkirin ku di rewşa heyî de bi deh hezaran paneber hewl didin di ser Yewnanîstanê re derbasî welatên Rojavayê Ewropayê bibin, lê belê welatên Balkan ji ber ku bi tenê destûrê didin penaberên ji Iraq, Afganîstan û Sûriyeyê, nahêlin ev penaber derbas bibin.

Çend roj berê gelek penaberên ji Îran û welatên din, bi armanca şermezarkirina girtina sînor, dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Penaberan bi armanca şermezarkirina vê rewşê, devên xwe diritûbûn.

Bûlgarîstan jî helwesteke bi heman rengî nîşan dide. Hin ji penaberên dixwazin di ser Makedonya re derbasî Rojavayê Ewropayê bibin, rêya Bûlgarîstanê diceribînin. Çend roj berê beşek ji van penaberan kom bi kom ji aliyê polîsan ve hatibûn girtin.

Ev helwesta welatên Balkanan ku penaberan mexdûr dike, ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve bi tundî hatibû rexnekirin. UNHCR diyar kiribû ku bi tenê destûra ji bo welatiyên Sûriye, Iraq û Afganîstanê, pîvana 'serlêdanên penaberiyê li gorî rewşa şexsan tê lêkolînkirin' binpê kiriye.