Li Bakur çalakiyên piştgiriya bi Rojava re

Li Bakur çalakiyên piştgiriya bi Rojava re

Ji bo silavkirina Şoreşa Rojava li Çewlikê mîtîng, li Mûş, Colemêrg û Şirnexê şahî hatin lidarxistin. Cîgirê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken di axaftina xwe ya li mîtînga li Çewlikê de got, "PYD ne bi tenê ye"

ÇEWLIK

Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê, Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) li qada Newrozê ya Yenî Mahalle mîtîng lidarxistin. Mîtîng bi rêzgirtinê destpê kir û peyama YDG-H'ê hat xwendin. Di peyama YDG-H'ê hat gotin ku di encama têkoşîna 40 salan de li çar perçeyan deskevtiyên gelê kurd zêde dibin û xeta civaka komunal û demokratîk serdest dibe. 

Parlamenterê BDP'ê yê Çewlikê Îdrîs Balûken jî Şoreşa Rojava silav kir û got: "Ev sekna we silavkirina azadiya Rojava û çar perçeyên Kurdistanê ye. Êdî koletiya sedsalî li paş dimîne. Feraseta ku Kurdan wekî kole dibîne diçe sergoyên dîrokê. Di sedsala pêşiya me de em amadekariya azadiya gelê Kurd û Kurdistanê dikin ku bi tevî gelên din silav bikin. Ti caran gelê Kurd li hember koletiyê serî netewand. Em Şêx Sêîd, Seyît Riza, Mele Mistefa Barzanî, Îhsan Nûrî Paşa, Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Karasunguran, Sakîne Cansizan û hemû şehîdên me yên bênav bi bîr tînin."

Balukan anî aziman ku li Rojava deriyê azadiyê vebûye û weha got: "Dixwazin deriyê azadiyê ku li Rojava hatiye vekirin, bigirin. Dixwazin li Rojava şoreşa azadiya gelê kurd bifetisînin û îradeya azadiyê ya gelê kurd dîl bigirin. Em wekî gelê Çewlikê li Rojava xwedî derdikevin. Konseya Bilind ya Kurd û PYD tenê nîn in. Em hemû PYD'î ne. Em li vir bangî hikûmeta AKP'ê dikin. Piştgiriyê nedin çeteyan, bi vî rengî hûn nikarin pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin bimeşînin. Wekî ku li vir çareseriyê dixwazin lê li Rojava xwîna kurdan nerijin. Wiha berdewam bike, ev pêvajo dê xirab bibe û berxwedana herî mezin jî bakurê Kurdistanê pêş bixe." Mîtîng bi avêtina fîşengên hewayî bi dawî bû.

ŞIRNEX 

Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê jî bi minasebeta "Slavdayîna Şoreşa Rojava" li taxa Vakifkentê şahiyek li dar xist. Li gel bi hezaran welatiyan Hevserokê BDP'a Şirnexê Bakî Katar, nûnerên KURDÎ-DER, ÎHD û xebatkarên Navenda Çandê ya Cûdî tevli şahiyê bûn. Li qadê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê hatin daliqandin. Di şahiyê de sloganên "Biji Serok Apo" û "Gelê Rojava ne tenêye" hatin berzkirin. Endamê Meclîsa BDP'ê Niyazî Çevrîm, "Şoreşa Rojava" slav kir û banga piştgiriya Şoreşa Rojava kir. 

Piştî axaftinan girseyê heta derengî şev li gel mûzîkê govend gerand. 

MÛŞ

Rêxistina BDP'ê ya Mûşê jî bi heman armancê li taxa Yeşîlceyê şahiyek li dar xist. Parlementerên BDP'ê Demîr Çelîk, Sirri Sakik, Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Seydî Firat, Endamê MYK'ê yê BDP'ê Nîmet Sezgîn, endamên Meclîsa BDP'ê Rahmî Çelîk, Kamuran Yildiz, rêveberên BDP'ê yên Kop, Milazgir, Gimgim û Korkutê, şaredarên navçeyan û bi sedan welatî tevlî şahiyê bûn. Li qada bi alên BDP'ê û rengên kesk, sor û zer hatî xemîlandin pankratên "Em berxwedana Rojava silav dikin. 

Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk di şahiyê de axivî û got: "Gelê Rojava di 19'ê Tîrmehê de ne dîktatoriya Esed ne jî zextên hêzên emperyalîst qebûl kirin. Li hemberî van her du hêzan serî rakirin. Serhildana wan a azadî û jiyanek azad e. Ji roja azadiya xwe bi xwîn îlan kirin heya niha tu xweşî nedîtin. Ji ber ku azadiya Kurdistanê kêrî karê hêzên emperyalîst nayê. Silav ji Şoreşa Rojava re."

Parlementerê BDP'ê Sirri Sakik jî diyar kir ku gelê kurd gelek zlim û zext dîtin û got: "Gelê kurd gelek bedela dan û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ew şehîdên me ne û nirxên me yên herî bi qîmet in. Hînî gelê kurd hebe ew jî dê hebin. "

Piştî axaftinan Koma Gimgimê derket ser dikê û gel bi çoş xist.

COLEMÊRG 

Li Colemêrgê bi heman mebestê Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran şahiyek hate lidarxistin. Piraniya wan jin gelek welatî tevli şahiyê bûn. Şahiya ku piştî fitarê destpê kir, koma mûzîkê, derket ser dikê û welatiyan ji li beranberî mûzîkê govend gerand. Di şahiyê de ji bo Rojava slogan hatin berzkirin.