Li Baglarê teqîn: 5 birîndar
Li Baglarê teqîn: 5 birîndar
Li Baglarê teqîn: 5 birîndar
Li kolana Sûnay a navçeya Amed Baglarê, di encama teqînekê de 5 kes birîndar bûn.
Li navçeya Amed Baglarê, li taxa Sûnay a Koşûyolûyê teqînekê rû da. Ji cihê teqînê re gelek maşînên zirxî û ambûlans hatin veguhestin. Hat îdîa kir ku teqîn ji ber bombeya destan rû daye û lêkolîna polîsan a li cihê bûyerê bi dawî bû. Piştî ku ekîbên arkujiyê cihê teqînê paqij kirin, Qeymeqamê Baglarê Dûrsûn Balaban agahî da çapemeniyê û diyar kir ku di teqînê de 5 kes birîndar bûne û rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle û Nexweşxaneya Dewletê. Balaban diyar kir ku lêpirsîn dewam dike û got, "Di encama teqînê de 5 kes birîndar bûn. Tê lêkolînkirin ka ji ber çi teqînê rû daye. Li dû lêkolînan, wê Walîtî daxuyaniyekê bide."
Li gorî daxuyaniya şahidên bûyerê, zarokekî 5-6 salî, du ciwanên 17-18 salî û keçeke 15 salî birîndar bûne.
Şahidekî bûyerê ji ANF'ê re axivî û got, "Gava teqîn bû, ez li wir bûm. Zarokekî 17.18 salî bû, destê wî qut bûbû, rûyê wî di nava xwînê de bû."
Şahidekî din ê bi navê Bayram Gozturk jî got, "Keçeke 15 salî, zarokeke 5-6 salî û du ciwanên 17-18 salî li cihê bûyerê hebûn. Bi dengekî mezin teqînê rû da. Em reviyan cihê bûyerê û me dîtin ku tiliyên wî qut bûne. Me bang li ambûlansê kirin û ew rakirin nexweşaxneyê."