Li Baglarê ji bo Rojava û Şengalê kampanyaya alîkariyê

Li Baglarê ji bo Rojava û Şengalê kampanyaya alîkariyê

Li navçeya Baglar a Amedê ji bo Rojava û Şengalê kampanya hat destpêkirin. Baglar jî tevlî Kampanyaya ji aliyê Komîsyona giştî ya Rojava hate destpêkirin dibe. Rêxistina DBP’a Baglarê, Şaredariya Baglarê û Meclîsên Gel bi hev re kampanya organîze kirin û kampanya bi daxuyaniya ku li Komeleya Welatiyên Azad a Taxa Bagcilarê hat dayîn destpê kir.

Hevşaredarê Baglarê Eşref Guler, endamên meclîsê, Hevseroka DBP’a Baglarê Nezahat Ulker û endamê Komeleya Welatiyên Azad tevlî bûn. Eşref Guler axivî û diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya ku bo Rojava û Şengalê hatibû destpêkirin, wan jî kampanya daye destpêkirin.

Guler bi lêv kir ku gelê Rojava û Şengalê ji ber komkujiyê koç kirine û niha di rewşeke xerab de ne û got ku ji bo birayên xwe yên ku hatine Bakurê Kurdistanê kampayaya bê dem dane destpêkirin.

Xwendekarên ji dibistanê derketin jî dirûşmeyan piştgirî dan kampanyayê.