Li Amûdê şervanê YPG’ê ji aliyê hezaran ve hate birêkirin
Li Amûdê şervanê YPG’ê ji aliyê hezaran ve hate birêkirin
Li Amûdê şervanê YPG’ê ji aliyê hezaran ve hate birêkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Delîl Ferhad (Delîl Cudî) ku pêr li Hesekê di encama êrîşa koma çekdar de jiyana xwe ji dest dabû, duh li Amûdê ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşiman spartin axê.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê piştî merasîma li Hesekê bi karwanekê ber bi Amûdê ve hate birêkirin. Konvoya cenaze li gundê Beko ji aliyê girseyek qelebalix ve bi sloganan hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê konvoya cenaze hate Amûdê. Dema karwan gihîşt Çerxerêya Hesekê, şervanên YPG'ê cenaze ji wesayîtê anîn xwarê û li ser milan di nava bajêr de heta ber Navenda Ciwanên Şoreşer birin. Di meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn de dirûşmeyên ku berxwedana YPG'ê silav dikin hatin berzkirin û alên kurdî hatin vekirin.
Piştî meşê li ber Navenda Ciwanan merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axivî û diyar kir ku rejîma Baas û alîgirên wê dixwazin saziyên hatine avakirin xirab bikin, lê nikarin îradeya gelê kurd bişkînin û got, "Ji ber ku YPG vî gelî bi hemû pêkhateyên wê diparêze."
Xelîl, anî ziman ku yekîtiya di nava kurd, ereb, asûrî û netewên din de wê bibe hêmana avakirina civaka demokratîk.
Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Amudê axivî û soz da ku ewê heta dawiyê li ser şopa pakrewanan bin.
Piştî merasîmê cenazeyê Delîl Ferhad (Ferhad Cudî) birin Goristana Şehîd Îsmaîl û li wir spartin axê.