Li Amsterdamê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin

Li Amsterdamê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin

Kurdên li Amsterdamê dijîn, ji dawiya hefteyê û vir ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2500 îmze kom kirin.

Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, li Ewropayê bi eleqeyeke mezin dewam dike. Kurdên li paytexta Holanda Amsterdamê dijîn, ji bi sedan mirovên li qadên Vondelpark, Dam, Oostelpark, Westelparkê, ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî îmze kom kirin.

Kurdan her weha ji mirovên bi botan ji navenda Amsterdamê derbasî herêma bakur dibûn, îmze kom kirin û dan xuyakirin ku xebatên wan wê bênavber dewam bikin.

Kurdistanî kom bi kom li nava kolanan jî digerin, ji şêniyên bajêr re behsa rewşa Ocalan û girtiyên siyasî dikin û hem ji welatiyan hem jî ji tûrîstan îmzeyan kom dikin.