Li Amedê serdegirtinên malan destpê kirin

Li Amedê serdegirtinên malan destpê kirin

Li Amedê, ku ji bo Kobanê bi rojane çalakî tên lidarxistin, serdegirtinên malan ên duh destpê kirin tevahiya şevê dewam kirin.

Li Amedê, ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê kolan tijî, ye, serdegirtinên duh destpê kirin, îro jî dewam kirin. Ji ber çalakiyên di roja 4'an de dewam dike, 116 kes li Amedê hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku îro danê sibê jî polîsan avêtine ser gelek malan. Nehat zanîn ku di serdegirtinên îro danê sibê de çend kes hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan li Sîteya Orhan a li semta Gazîlerê avêtine ser malan.