Li Amedê qedexeya derketina kolanan wê bi şev pêk bê

Li Amedê qedexeya derketina kolanan wê bi şev pêk bê

Walîtiya Amedê ragihand qedexeya derketina kolanan sibe ji bo roj hatiye rakirin û bi şev ji saet 18.00’an heya roja Înê saet 06.00’ê cardin wê pêk were.

Li gor daxuyaniya ji aliyê walitiyê ve hat dayîn wê li tevahiya  Amedê 09’ê Cotmehê 2014’ê Pêncşemê sibehê 06.00’ê derketina kolanan qedexe be û ev xisûs hat diyarkirin:

“Di encama nirxandinên hatin kirin de bi roj derketina taxan bi temamî hat rakirin, qedexeya derketina kolanan li navend Sûr, Rezan, Peyas, Yenîşehîr û navçeyên Farqîn, Bismil, Lice, Pîran û Xanê 09’ê Cotmeha 2014’an Pêncşemê saet 18.00 û 10’ê Cotmeha 2014’an Înê saet 06.00’an wê pêk were.”