Li Amedê polîs ji helîkopteran bombeyên gazê bi kar tîne
Li Amedê polîs ji helîkopteran bombeyên gazê bi kar tîne
Li Amedê polîs ji helîkopteran bombeyên gazê bi kar tîne
Li navçeya Amedê Sûrê çalakiyên ji bo destekkirina Kobanê ku tevahiya şevê dewam kirin, polîs ji helîkopteran bombeyên gazê bi kar tîne. Ji bo 7. Fermandariya Kolordu jî sewqiyata leşkerî pêk hat.
Li navçeya Sûrê ya Amedê bi armanca piştgiriya ji berxwedana Kobanê re çalakiyên ji aliyê ciwanan ve hatin lidarxistin tevahiya şevê dewam kirin. Polîsên nikarin bikevin taxê ji helîkopteran bi bombeyên gazê êrîşî çalakvanan dikin. Ji ber bombeyên gazê yên polîsan, semtên Melîkahmet, Îskenderpaşa, Fatîh û Balikçilarbaşi di bin ewrên gazê de mane. Ji ber bombeyên gazê gelek welatî bandor bûn.
Li gel vê 20 wesayîtên zirxî yên leşkerî hatin 7. Fermandariya Kolordu.