Li Amedê pevçûnên çekdarî
Li Amedê pevçûnên çekdarî
Li Amedê pevçûnên çekdarî
Li taxa Fiskya ya Amedê di navbera ciwanên rê li trafîkê girtin û polîsan de pevçûna çekdarî rû da.
Li Amedê şeva din li taxa Fiskaya ya navçeya Yenîşehîrê, gelek ciwan hatin ser rêya Fiskaya û rê li trafîkê girtin. Ciwanên ku rê li wesayîtan girtin, bê navber ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silogan avêtin. Piştî demek kurt polîsên ku bi wesayîtên zirxî hatin taxê, bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî ciwanan kirin. Ciwana jî bi kevir û molotofan bersiva polîsan da. pevçûnên rû da demek dirêj dom kir.
Li gorî agahiyên bidest ketine, di demjimêrên direng yên şevê de piştî polîsan bi guleyên rastîn êrîşî ciwanan kir, di nava ciwanan de jî bi çekên lûle dirêj gule berdan polîsan. Li ser vê yekê gelek polîs veguhestin cihê bûyerê û tax dorpêç kirin.
Pevçûnên ku heya berbanga sibehê dom kir, agahiyên berfireh nehatin bidestxistin û hate ragihandin ku, polîsan têkildarî du kesên guleberdane polîsan operasyonekî berfireh dane destpê kirin.