Li Amedê operasyon û faliyetên kontra

Li Amedê operasyon û faliyetên kontra

Li dijî gêrîlayên HPG’ê yên di pozîsyona agirbestê de li navçeya Lîce ya Amedê artêşa Tirk operasyon da destpêkirin. Her wiha li gundên girêdayî Lîceyê jî faliyetên kontra zêdebûne.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) di derbarê operasyonên leşkerî yên li navçeya Lîceya Amedê de daxuyaniyek da. HPG’ê ragihand ku, 9’ê Nîsanê artêşa Tirk li herêma Peşî Kevir ya girêdayî navçeya Lîceyê operasyon daye destpêkirin, her wiha hêza operasyonê ya di ser gundan de girt di heman rojê de vegerî.

HPG’ê balkişande ser faliyetên kontra yên li heman herêmê û aşkera kir ku, “roja 7’ê Nîsanê komek kontra yên cilên gêrîla li xwe kirin, li ser rêya Amed-Çewlikê wesayît rawestandine û lêgerîn pêkanîne. Komek din ya kontra jî çûne gundên Qilida û Hêlîn yên girêdayî navçeya Lîca Amedê zext li ser gelê me û malbatên me yên welatparêz kirine.”