Li Amedê mêr li hember tacîz û tecawizê meşiyan

Li Amedê mêr li hember tacîz û tecawizê meşiyan

Di demên dawî de bûyerên tacîz û tecawizê zêde bûn. Li Amedê di pêşengtiya saziyên civakî de, mêr li hember tacîz û tecawizê meşiyan.

Li Amedê mêr li hember tacîz û tecawizê ji taxa Ofîsê heta Parka Koşuyoluyê meşiyan. Her wiha endamên BDP, MEYADER, KURDÎ-DER, KESK'ê jî piştgirî dan meşê. Tenê mêr tevlî meşê bûn û di meşê de pankartên 'Rizgariya jinê rizgariya civakê ye', 'Em li Kurdistanê rê nadin tacîz û tecawizan'. Di meşê de dowîzên; 'Destdirêjiya li hember jinê destdirêjiya li hember jiyanê ye', 'Mêr lêdixe, dewlet diparêze' hatin hilgirtin û sloganên; 'Jin jiyan azadî', 'Em mêrên tecawizkar naxwazin', 'Mêr û dewleta tecawizkar dê hesab bidin' hatin qîr kirin. Meş li ber abîdeya Mafê Mirovan ya Parka Koşuyoluyê bi dawî bû û li vir kurdî û tirkî daxuyanî hatin dayîn.

Li ser navê girseyê Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sebahattîn Gultekîn daxuyanî da û anî ziman ku pergala dewletê ku ji aliyê serdestiya mêr ve hatiye avakirin dibe sedema têkçûnên exlaqî û wiha got: "Bi salane li hember van polîtîkayan têkoşin tê meşandin, lê ji ber ku ev têkoşîn qels dimîne ev polîtîkayên qirêj berdewam dikin. Em ji raya giştî re aşkera dikin ku em dê li hember polîtîkayên serdest yên mêr, berhema vê serdestiyê dewlet e û tune dike, asîmîle dike, pêkanînê dij-exlaqî pêş dixe bitêkoşin."

Berdevkê demî yê şaxa KESK'ê ya Amedê Mehmet Karaaslan anî ziman ku, bi destê polîs, cendirme û li dibistanên YÎBO'yê bi zanebûn tacîz û tecawiz pêk tên.