Li Amedê ji 5 kesan agahî nayên girtin

Li Amedê ji 5 kesan agahî nayên girtin

Li Amedê çalakiyên ji bo Kobanê ku ketin roja 3’yemînji 5 kesên ku tê gotin ji aliyê Huda-Par’iyan ve hatine revandin agahî nîn in.

Li Amedê çalakiyên ji bo Kobanê di roja sêyemîn de ne.

Tevî qedexekirina derketina kolanan jî ku li bajêr xwepêşandan didomin gelek ATM’yên şûbeyên bankayan hatin texrîbkirin. Li ser hin cadeyan jî kamerayên MOBESE hatin şewitandin.

Li navçeyê ku pevçûn cih bi cih didomin, hat îdîakirin ku ji aliyê Hîzbullah/Huda Par ve 5 kes hatine revandin.

Wesayîta 5 kesên ku çûbûn ziyareta kesekî nexweş, li ser rêya Riha bi awayekî şewitî hatibû dîtin.

Hat îdîakirin ku kesên bi navê Muzaffer Gozen, Îhsan Gozen, Servet Yilmaz, Bîlal Yilmaz û Eyup Yilmaz ji aliyê Huda Par’iyan ve hatine revandin.