Li Amedê gora komî ya 4 gêrîlayên PKK’ê hate dîtin
Li Amedê gora komî ya 4 gêrîlayên PKK’ê hate dîtin
Li Amedê gora komî ya 4 gêrîlayên PKK’ê hate dîtin
Li navçeya Karazê ya Amedê gora komî ya ayîdî 4 gêrîlayên PKK'ê yên di salên 1995-96'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan hate dîtin. Hate ragihandin ku, cenazeyên gêrîlayên PKK li şûna bibin navçeyê li herêma pevçûnê xistine çalek ya kepçeyê kolayî.
Li gorî agahiyan, li gûndê Hewrê yê navçeya Karazê ya Amedê di salên 1995 û 1996'an de di navbera gêrîlayên PKK'ê û leşkerên Tirk de pevçûn qewimî. Di operasyona cerdevan jî tevlîbûn a li nêzî Kaniya Gorşnîna ya gundê Hewrê de 4 gêrîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Di navbera herêma pevçûnê û navçeyê 2-3 kîlometrebûn lê ligel vê yekê cenazeyên gêrîlayên PKK'ê ne birin navçeyê. Leşkeran makîneya kar a şaredariyê birin herêmê, çal kolan û 4 gêrîlayên PKK'ê bi komî veşartin.
'JI ZAROKÊN ME RE GOREK JÎ GELEK DÎTIN'
Welatiyê bi navê Mehmet Aslan ê ku di dema girtiyên siyasî dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin, agir berda bedena xwe û cihê 4 gêrîlayên PKK'ê lê hatin definkirin nîşanî nûçegihanên DÎHA'yê da. Dema nûçegihanê DÎHA’yê pirsa çima bedana xwe da ber agir pirsî hêrsa xwe bi wan gotinan anî ziman: "Berê xwe bidin wir. Cihê hûn niha li ser 4 ciwanên Kurd lê dirazin. Ji zarokên me re gorekî jî gelek dîtin. Mirov xwe neşewitîne dê çi bike." Aslan diyar kir ku, sala pevçûnê bi temamî bîrnexist û wiha got: "An 1995 an jî 1996 bû. Piştî pevçûnê min bihîstîbû cenaze li vir definkirin. 2-3 roj şûnde ez û hevalên xwe ji bo hinek daran kom bikin çû daristanê. Di vegerê de em hatin cihê leşkeran cenaze lê veşartin. Agahiya me bi leşker derdorê hene tunebû. Me li ser gorê dest bi xwendina duayê kir. Hêj me duaya xwe xilasnekirî leşkeran li girê li hemberî me bang li me kir û gotin 'li wir ranewestin ji wir herin' Em jî li traktora xwe siwar bûn û çûn."
Aslan da zanîn ku, ji kesên jiyana xwe ji dest dan yek ji Lîceyê bû û wiha axivî: "Gelek malbat li gora zarokên xwe digerin. Li cem me gora 4 ciwanên Kurd heye."
Li gorî agahiyan di gora behsa wê tê kirin de ji 4 gêrîlayên PKK'ê yek Hecî Ozer (Gorzî) yê ku ji navçeya Lîceyê ya Amedê ye.