Li Amedê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn
Li Amedê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn
Li Amedê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn
Li Amedê di navbera ciwanên ku bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin û polîsan de pevçûn rû da. Ciwanan bi molotofan bersiv dan êrîşa polîsan.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh êvarê, taxa herêma Fîskaya ya Ferîtkoşk a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ciwanan xwest rojbûna Ocalan pîroz bikin. Polîsan bi wesayitên zirxî êrîş kirin.
Ciwanan bi molotof û bombeyên deng bersiva êrîşa polîsan dan û agir bi wesayiteke zirxî ya polîsan ket.
Piştî pevçûna polîsan hêza xwe ya li taxê zêde kirin. Ciwanan bi qîrîna dirûşimên ji bo PKK û Ocalan çalakiya xwe domandin û polîsan bi wesayitên TOMA êrîş kirin. Piştî mudaxeleyê careke din pevçûn çêbû.
Piştî pevçûnê ciwanan dawî li çalakiya xwe anî û polîsan heta derengiya şevê dor li taxê girtin.