Li Amedê ciwanekî xwe kuşt

Li Amedê ciwanekî xwe kuşt

Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ciwanekî 18 salî xwe bi ben daliqand û dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li navçeya Yenîşehîr a Amedê ciwanê bi navê Mûrat Durmuş ji ber sedemeke ku nayê zanîn, xwe bi ben ve daliqand û xwe kuşt. Piştî cenazeyê Durmuş ji Nexweşxaneya Lêkolînê ya Tibê ya Zanîngeha Dîcle hate wergirtin, spartin axê.