Li Amedê çalakiyên E.A. dewam dikin
Li Amedê çalakiyên E.A. dewam dikin
Li Amedê çalakiyên E.A. dewam dikin
Bi armanca şermezarkirina destavêtina 8 leşkerên Tirk li keça bi navê E.A. ya li Çewlikê, jinan di roja 4. de çalakiya xwe ya teqereqê dewam kirin.
Platforma Jinan a Amedê, bi armanca şermezarkirina destavêtina 4 jê çawişên pispor 8 leşkerên Tirk li keça bi navê E.A. ya 16 salî, çalakiya xwe ya teqereqê dewam kir.
Bi vê armancê girseya gel li Kolana Hunerê hat cem hev û pankarta bi nivîsa "Li Kurdistanê rê ji destavêtinê tineye" vekir û dirûşmên "Dewleta tecawizkar ji Kurdistanê bicehime" û "Jin, Jiyan, Azadî" qêriya. Rêxistinbûyîna LGBT ya Keskesor û Serokê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) şaxê Amedê Ramazan Karakaya jî piştgirî dan çalakiye.
Li ser navê platformê Sevda Çagdaş daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku heta dadgeh ji biryara xwe ya skandal a li ser doza E.A. ya 16 salî vegere û leşkerên tewacizkar ceza bike, ewê raperîn û dengê xwe bilind bikin.
Çagdaş ji bo doza sibê ya R.Ç. ku ji ber nasnameya xwe ya hevzayendî ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin, banga beşdariyê kir.