Li Amedê bi sedan cade û kolan di bin kontrola çalakgeran de ne

Li Amedê bi sedan cade û kolan di bin kontrola çalakgeran de ne

Çalakiyên protestoyî yên li Amedê ev du roj in didome. Çalakiyan vê sibehê destpê kirin û li Yenîşehîr, Sûr, Baglar û Kayapinarê polîsan êrîşî ciwanên ku çalakî pêk dianîn kir. Ciwanan bi kevir û molotofkokteyan bersiv dan polîsan û bûyer li tevayî bajar belav bûn.

Di saetên êvarê de li Cadeya Sento, Dortyol, Mewlana Halît, Emek, Hatboyu, Koşuyolu a Baglarê ciwanan bend danî. Li navenda bajar trafîk hat rawestandin û li Yenîşehîrê jî li Taxa Îstasyon, Gevran û Ekîncîler û Şehîtlîkê bend hatin avakirin.

Li navçeya Sûrê jî cadeyên Melîkahmet, Gazî û Înonu li trafîkê hatin girtin.

Li navenda bajar wesayîtên polîsan nehatin dîtin û li hinek herêman bi wesayîtên zirxî li cihên ku çalakger tune bûn sekinin.

Niha li navçeya Baglarê ketin û derketin hatin girtin û  hemû wesayîtên ketin navçeyê di kontola nasnameyê de derbas bûn.

Li navçeya Kayanpinarê jî li taxên Dîclekent, Metropol û Yenîkentê rê li trafîkê hate girtin û ciwanan wesayîtên ku ketin navçeyê nasnameyê wan kontrol kirin.