Li Amedê bi piştgiriya skorsky operasyon
Li Amedê bi piştgiriya skorsky operasyon
Li Amedê bi piştgiriya skorsky operasyon
HPG’ê aşkera kir ku, artêşa Tirk li bejahiya navçeya Lîceya Amedê bi piştgiriya helîkoptera skorsky û balefira keşfê ya bê mirov operasyon daye destpê kirin.
Navenda Çapemanî-Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG-NÇR) di derbarê operasyonên artêşa Tirk de daxuyaniyek da û ragihandin ku, “16’ê Tîrmehê bi piştgiriya balefirên keşfê ên bêmirov û helîkopterên skorsky yên aydê artêşa Tirk ya dagirker li derdora gundên Xazmas, Git, Bamîtnê, Cabitmê û Akdag yên ser bi navçeya Lîca Amedê operasyon daye destpê kirin. Operasyon di heman rojê de di demjimêrên şevê 17:00’an de paşde vegeriyaye.
Weke din jî HPG’ê ragihand ku, artêşa Tirk ji 14’ê Tîrmehê ve bi helîkoterên skorsky û balefirên keşfê yên bêmirov li herêmên Şehîd Kendal ên girêdayî Amedê digerin.