Li Amedê 3 Huda-Par'î hatin kuştin
Li Amedê 3 Huda-Par'î hatin kuştin
Li Amedê 3 Huda-Par'î hatin kuştin
Li Amedê li hemberî komeleyeke bi nêzîkatiya xwe ya bi Huda-Par'ê re tê zanîn êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 3 kes hatin kuştin.
Piştî êrîşên ji aliyê Huda-Par'iyan li hemberî xwepêşandanên şermezarkirina êrîşên li hember Kobanê bûyerên derketin didomin.
Di êrîşa çekdarî ya li hemberî komeleya bi navê Koy-Der a bi nêzîkatiya xwe ya ji Huda-Par'ê re tê zanîn Turan Yavaş, Riyad Guneş û Hasan Gokgoz mirin. Di êrîşê de yek giran, 13 kes birîndar bûn. Malperên înternetê yên nêzî Hîzbullahê îdîa kirin ku 3 kesên mirine ji aliyê koma êrîşên li hember Kobanê şermezar dikirin ve hatine kuştin.