Li aliyekî vekişîn li aliyekî operasyon

Li aliyekî vekişîn li aliyekî operasyon

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd ku gotibû ‘bila hêzên gerîlayan vekişin derveyî sînor’ gerîlayên azadiyê ketin liv û tevgerê ku banga Rêberê xwe bînin cih. Dema gerîlayên azadiyê xwestin derkevin derveyî sînor rastî operasyonên tunekirinê yên artêşa tirk hatin.

Gerîlayên azadiyê ku di dema vekişînê de rastî operasyonên tunekirinê hatin diyar kirin ku ew her tim bi felsefeya Rêberê xwe tevgeriyane û bi vê yekê re xwestin ku girêdayîna xwe ya li hemberî Serokê xwe bidin nîşandan.

Lê belê di dema vekişînê de dewleta tirk a dagirker her tim li dijî gerîlayan operasyon pêk anîn. Armanca dewleta dagirker a tirk ew bû ku gerîlayên azadiyê li dijî leşkeran çalakî pêk bînin û bi vê yekê re xwestin pêvajoya Rêber Apo ku dabû destpêkirin bê sabotekirin.

Gerîlayên azadiyê li gel bi sedan windahiyan jî ev polîtîkaya qirêj a dewleta tirk vala derxistin û girêdayîna xwe ya li hemberî Serokê xwe dan nîşandan. Gerîlayên azadiyê yên ku şahidiyê operasyonan kirin û di dema pêvajoyê de derbasî derveyî sînor bûn nêrînên xwe wiha anîn ziman;

Sozdar Avesta: Di dema vekişînê de ez li Eyaleta Botanê bûm. Bi dîl girtina Serokatî re di serî de hêza gerîlayan a li Eyaleta Botanê û eyaletên din pêşniyara çalakiyên fedayîtî kirin.

Li Botanê di meha adarê ya sala 1999’an de hevala Şehristan (Nezahat Boyaci) li Êlihê çalakiyekî fedayîtî pêk anî. Hevalên me yên din jî ji bo Serokatî di rêzê de bûn ku çalakiyên fedayîtî pêk bînin. Di mehên biharê de di rojeva me de bilindkirina têkoşînê hebû. Bivê yekê re Eyaleta Botanê jî di nava planeke berfireh debû. Lê belê wê demê ji me re agahiyên Serokatî ku gotibû ‘bila hêzên gerîlayan çalakiyên fedayîtî pêk nêynên’ hat.

OPERASYONÊN TUNEKIRINÊ

Di 2’yê tebaxê de nîqaşên paşvekişînê destpêkirin. Planên ku ji çalakiyan re hatibûn kirin hemû hatin rawestandin. Wê demê di rewşa hêzên gerîlayan de û nêzîkatiya wan de nexuyatî hebû.  Ji ber ku cara yekem bû gerîla wê vekîşiyana derveyî sînor.

Di aliyekî de fikarên li ser dewleta tirk a dagirker hebû û ji aliyek din jî girêdayîna ji bo Serokatî hebû. Ji ber wê jî li Eyaleta Botanê cara yekem hemû hêzên gerîlayan hatin cem hev. Hinek hêz ji bo çûndina Başûr hatin amadekirin, hinek hêzên din jî ji bo gerîlayên ku ji Eyaleta Dêrsim, Erzirom, Mêrdîn û Amedê werin dê pêşwazî bikirana. Lê belê divê pêvajoya vekişînê de tu caran operasyonên leşkerî ya dewleta dagirker ranewestiyan.

Dema erdhêja Duzceyê ku di 17’ê tebaxê de pêk hat de Tevgera me daxuyaniyeke da û diyar kir ku heger pêwîstiyeke bi alikariyê ji bo welatiyan hebe em dikarin hêza xwe bişînin herêma erdhêjê.

Lê belê êvara 18’ê tebaxê dewleta tirk a dagirker li herêma Feraşînê operasyonek lidarxist û di encama vê operasyona dewleta tirk de 2 hevalên me şehîd ketin û 3 hevalên me jî birîndar bûn.

Dewleta tirk a dagirker ji bo ku vekişînê dijwartir bike her tim operasyonên leşkerî da berdewam kirin. Di van operasyonan de li Garê û Metînayê bi dehan hevalên me şehîd ketin. Hêza operasyonên leşkerî hinek li ser xetên sînorê Iraqê bûn hinek jê jî li Eyaletên Amed, Dêrsim, Erzirom û Garzanê bûn. Bi vê yekê dixwestin ku bi operasyonan hêza gerîlayan îmha bikin. Wekî ku ez dizanim di dema vekişînê de nêzî 300 hevalên me şehîd ketin.

Zîlan Tolhildan: Di dema vekişînê de ez li Eyaleta Amedê bûm. Di sala 1999’an de operasyonên leşkerî ya dewleta tirk zêde bû. Hevala Hêvîdar ku berpirsyarê qada me bû der barê pêvajoya vekişînê û stratejiyên nû de me agahdar dikir.

Ji ber ku em ne di aliyê pêvajoya vekişandinê de ne jî di aliyê stratejiya nû de tênegihiştîbûn. Axaftina heval Hêvîdar a ku di der barê vekişînê  de ji me re gotibû di serî de li ser min û li ser hemû hevalên li qadê  bi bandor kiribû.

Em ji bo ku girêdayîna xwe ya li hemberî biryara vekişînê ya Serokê xwe nîşan bidin me dest bi pêvajoya vekişînê kir. Lê belê operasyonên dewleta tirk bi pêvajoyê re her ku diçû zêde dibûn û di van operasyonan de şehadetên hevalên me em  gelek diêşandin.

Ev operasyonên ku dihatin kirin rûyê dewletê ya qirêj bi awayeke zelal radixist ber çavan. Li hemberî van operasyonan gerîlayên azadiyê felsefeya Rêber Apo ji xwe re kiribûn esas û li gorî gavên Serokatiya xwe wan jî gavên xwe diavêtin. Ev yek bi awayeke zelal xwe di sala 99’an de da nîşandan.

‘EM ALÎGIRÊN AŞTIYÊ BÛN’

Di dema vekişînê de em her tim rastî operasyonên leşkerî ya dewleta tirk dihatin, lê belê ji ber ku li gorî felsefeya Rêberê xwe em tevdigeriyan me nedixwest em bi dijmin re têkevin temasê. 

Di her qadên ku em têre derbas dibûn ji aliyê teknîka dewleta tirk ve em dihatin şopandin. Lê li hemberî van operasyonan tu carî me çalakî lidarnexist. Ji ber ku pêvajoya ku Rêberê me dabû destpêkirin me nedixwest sabote bibe.

Em alîgirên aştiyê bûn lê em dihatin qetilkirin. Dema vekişînê de me gelek windahî dan. Cenazeyên hevalên me ku di dema vekişînê de şehîd ketibûn di demên bihurî de hatin dîtîn. Ez hejmara hevalên me yên ku şehîd ketin tam nizanim lê belê bi sedan hevalên me di dema vekişînê de şehîd ketin.

Di dema vekişînê de serî pêşî em derbasî Başûr bûn. Di pey de me koma ku dibin fermandariya hevala Hêvîdar debû ji Eyaleta Amedê birêketibû, lê belê di dema vekişînê de li çiyayê Golav’a Sason’ê di kemîna leşkeran de rêheval Hêvîdar şehîd ket.    

Zafer Ruha: Di sala 98-99’an de ez li Eyaleta Dêrsimê bûm. Dema ku agirbest hat îlankirin hêza me li qada Karadere’yê (girêdayê navçeya Pilurê ya Dêrsimê ye) bû. Di pey agirbestê de gelek caran me civîn lidarxist.

Hejmara me 350’î bû lê li herêmê diviya bû 70 heval tenê bimana. Sererastkirin û plan hatin çêkirin. Me di navbera xwe de der barê pêvajoya vekişînê de nîqaşan dikir. Ez her tim vê tiştê difikirîm; dema em derkevin derveyî sînor dê bi awayeke rêxistinî dîsa em ê derbasî Bakur bibin!

Planên vekişînê hatibûn kirin. Li gorî plan û sererastkirinan dê ji Behrareş heta Koçgiriyê, Eyaleta Dêrsim, Amed û eyaletên din dê bi gav bi gav paşve vekişiyana. Hevalên ku ji Koçgiriyê vekişiya bûn, heval Elîşer Koçgirî jî têde- rastî dehan operasyonên artêşa tirk a dagirker hatibûn.

Li çiyayên asê yên Erzînganê gelek caran ketibûn kemîna leşkerên tirk. Ji ber ku em di pozîsyona agirbestê de bûn, dewleta tirk vêya ji xwe re kiribû firsend û li hemberî me operasyonên tunekirinê da bû dest pê kirin.

PLANÊN SABOTEKIRINÊ

Li Dêrsimê araziyekî bi heybet a bi navê Alî Bogazi haye. Artêşa tirk zû bi zû nikare têkeve wê herêmê. Di pêşiya sala 98’an de hin caran diketê lê belê ji tirsa vedikişiyan.

Di pêvajoya vekişînê de di devê Alî Bogazî de Qerekola Amîdka hebû. Bolukekî ku ji leşkeran pêk dihat di patîkayan de xwest ku bikeve qada Alî Bogazî.

Ji ber ku me agirbest îlan kiribûn û pêvajoya vekişînê hebû me destê xwe neda leşkeran. Ji xwe hatina leşkeran bi xwe xapandin bû. Dizanibûn ku li wê qadê gerîla hene.

Armanca wan ew bû ku gerîla gule bibarîne ser wan û bi vê yekê re jî dixwestin ku pêvajo bê sabotekirin. Lê belê em nexapiya. Artêşa tirk her tim bi planên wisa dixwest ku me bixapîne.

Vekişîn di meha îlonê de destpêkir, lê belê hêza me encax di mijdarê de dest bi vekişandinê kir. Hêza di 72 rojan de ji Dêrsimê gihîşt navçeya Misircê ya Sêrtê.

Heta me gihîşt Misircê di serê me de 11 operasyonên leşkerî derbas bûn. Di 10 operasyonê de me qet bi leşkeran re neket temasê.

Lê belê operasyona herî dawî ya 11’an de em ketin kemînê û di operasyonê de 10 hevalên me gihîştin şehadetê û 6 hevalê me jî bi saxî ketin destê dijmin.

Ez jî di nav van 6 hevalên ku ketibûn destê dijmin de bûm. Ez 4 sal li Girtîgeha Sêrtê û 8 sal jî li Girtîgeha Amedê mam. Di sala 2011’an de ez serbest hatim berdan û min dîsa berê xwe da wargehên azad.

Medya Alman: Di sala 99’an de ez li Nexweşxaneya Silêmaniyê dixebitîm. Serokatî di sala 99’an de ji bo çareseriyê pêvajoyeke dîrokî da destpêkirin û xwest ku gerîlayên azadiyê vekişîn derveyî sînor.

Di dema vekişînê de gerîlayên ku birîndar ketibûn dianîn Nexweşxaneya Silêmaniyê. Tenê bi serê xwe di navbera 60-70 hevalên birîndar anîn nexweşxaneyê. Hevalên ku di rê de birîndar ketibûn her tim qala vekişînê dikirin.

Xwesteka min ew bû ku çawa Serokatî gavekî ji bo çareseriyê avêt wê demê dewlet ji bilî operasyonan ji bo çareseriyê gaveke biavêta... (Dê bidome)