Li 4 navendan 1 jê zarok 11 kes hatin binçavkirin

Li 4 navendan 1 jê zarok 11 kes hatin binçavkirin

Binçavkirina welatiyan a bi hinceta beşdariya li çalakiyên li dijî êrîşên DAIŞ'ê, dewam dike. Li Westan, Xinûs, Dêrsim û Erxeniyê, yek jê zarok 11 kes hatin binçavkirin, li Antalyayê jî kesek hat binçavkirin. Li navçeya Mêrdîn Dêrikê jî, di serdegirtinên malan de duh 2 jê zarok 4 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Wan Westanê, polîs û cerdevanan îro danê sibê avêtin ser malên li Taxa Matmanîsê. Polîs û cerdevanên Tirk ên derî şikandin, li 5 malan lêgerîn kirin. Di lêgerînê de zarokê bi navê O.T. yê 15 salî hat binçavkirin. Polîs û cerdevanên avêtin ser malan ji şêniyên taxê re gotin, "Em ê nehêlin ti ji we bijî. Heta ku em Serkan bibînin em ê nehêlin kes ji bijîn."

Zarokê hat binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Westanê.

Li navçeya Erzîrom Xinûsê, danê sibê polîsan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Cevdet Elma, Serhat Akdûman, Bulent Akdûman, Ayhan Denîz, Serkan Yilmaz û welatiyekî navê wî nehat zanîn, hatin binçavkirin û ew birin Şaxê Siyasî yê Midûriyeta Emniyetê ya Xinûsê.

Li navenda Dêrsimê jî, li taxên Mogûltay, Gazik, Sihenk û Yenî Mahaleyê polîsan avêtin ser 8 malan. Di serdegirtinan de welatiyekî bi navê Denîz Kazan hat binçavkirin. Hat îdîakirin ku Kazan bi îdîaya "Alîkarî daye rêxistinê", "Beşdarî çalakiyên bê destûr bûye", "Zerar daye malê dewletê" hatiye binçavkirin.

Li navçeya Amed Erxeniyê jî, polîsan danê sibê avêtin ser hin malên li taxa Sasyonê. Di serdegirtinan de piştî lêgerînê, ciwanên bi navê Mehmet Yildiz, Abdûllah Dûman û Remzî Yeşîl hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Erxeniyê û piştî wergirtina îfadeya wan radestî dozgeriyê hatin kirin.

LI DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ 2 JÊ ZAROK 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê de, bi hinceta beşdarî çalakiyên protestoyî bûne, ji 7 kesên hatin binçavkirin 2 jê zarok 4 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin. Ji 7 kesên piştî binçavkirinê û kar û barên li emniyetê radestî dozgeriyê hatin kirin, Ferat Onemlî (27), Hamdûllah Sayan (37), zarokên bi navê Ş.M. (17) û A.M. bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.

Dadgehê her 4 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" girt û xist girtîgehê.
 
ÎFADEGIRTINA WELATIYÊN LI ANTALYA HATIN BINÇAVKIRIN DEWAM DIKE

Li Antalyayê jî, kar û barên wergirtina îfadeya 6 SDP'iyên bi hinceta beşdarî çalakiyên protestokirina êrîşên DAIŞ'ê bûne hatin binçavkirin û radestî edliyeyê hatin kirin, dewam dike. Hat ragihandin ku der heqê endama Desteya Rêveberiya Navendî ya SDP'ê Leyla Can a li ber edliyeyê disekinî jî biryara lêgerînê heye. Can dema li ber edliyeyê ji bo hevalên xwe disekîn hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê.