Leyla Pîşkîn (Jiyanda Xelat) li Arnhemê hat bîranîn
Leyla Pîşkîn (Jiyanda Xelat) li Arnhemê hat bîranîn
Leyla Pîşkîn (Jiyanda Xelat) li Arnhemê hat bîranîn
Li bajarê Hollanda Arnhemê, Leyla Pîşkîn (Jiyanda Xelat) a li Şengalê di dema parastina Kurdên Êzidî ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li gel hevalên xwe Bozan Şêxo (Dara Tolhildan) û Sadî Ozek (Agir Kato) yên li Şengalê jiyana xwe ji dest dan, hat bîranîn.
Xwişka Leyla Pîşkîn Emîne Pîşkîn û kekê wê li merasîma bîranînê behsa jiyana wê, têkoşîna wê û çûyîna wê ya Şengalê kirin. Dan xuyakirin ku malbata wê pê serbilind e û gotin, "Ew şehîda gelê Kurd e."
Li ser navê KNK'ê Alî Yîgît, nûnerekî ji Komîteya Malbatên Şehîdan a Arhnemê û Serokê Meclîsa Giştî ya Arnhemê li merasîmê axivîn û bi giranî li ser berxwedana Kobanê û hestyariya gelê Kurd a li pêşberî vê berxwedanê rawestiyan. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku ew ê xwedî li bîranîna cangoriyan derkevin û hat gotin, "Divê em rola xwe ya li pêşberî pêvajoya dawî ya siyasî, li gorî berxwedana li Kobanê bi rêk û pêk bikin."
Di axaftinan de soza "Em ê têkoşîna şehîdên xwe mezin bikin, bi bîranînên wan re dilsoz bin" hat dubarekirin.
Rojname û qenalên televîzyonê yên çapemeniya Hollanda jî hatin merasîmê û bi malbata Pîşkîn re li ser jiyan û têkoşîna Leyla Pîşkîn hevpeyvîn kirin. Her wiha li ser berxwedana Kurdan a li Şengal û Kobanê jî hevpeyvîn hatin kirin.
Merasîma bîranînê bi xwarinê bi dawî bû.