Leşkerên Tirk wiha di çeperan de ne!

Leşkerên Tirk wiha di çeperan de ne!

Piştî nûçeyên derew ên der barê Kobanê de ku ji aliyê medyaya navend ve tên gotin, Kobanê li ber ketinê ye vê carê jî li girekî ku dikeve pêşberî Kobanê û weşanên zindî lê tên kirin mîzansenek rû da.

Xebatkarên medyaya navend ên ji danê sibehê ve hewl didin tedbîrên zêde yên leşkerên li ser rêya Deriyê Sînor ê Murşitpınar bişopînin, leşkerên ku nayê zanîn çima çeper girtine û mîna ji şerekî re amade ne bi deqeyan nîşan dan û wêneyên wan kişandin. Di wêneyan de ku leşker li şûna berê çekên xwe bidin Kobanê dan Pirsûsê asta komediyê radixe berçavan.  

Ev dîmena ku hat çêkirin wek, “Ji sînor wêneyên dawî: Leşker amade ye” servîs kir.