Leşkerên Tirk wesayîtên Kobaniyan derb kirin

Leşkerên Tirk wesayîtên Kobaniyan derb kirin

Leşkeran Kobaniyên xwestin bi wesayîtên xwe sînor derbas bikin gulebaran kirin. Wesayîtên Kobaniyên ku xwe rizgarkirin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin rûxandin.

Her çendî di her kêliyê de rayedarên hikûmeta AKP’ê dibêjin “hembêza me ji bo welatiyên Kobanê vekiriye” jî tiştên ku Kobanî dibêjin û di dîmenan de derdikeve ji rastiya vê yekê dûr e. Kobaniyên dema di sînor re derbas dibin rastî her heqareta leşkeran tên, ji ber nizanîn wê çi were serê wan rêyên qaçax ceribandin ji mirinê filitîn.

Li gor agahiyan, Rojavayiyên xwestin îro bi wesayîtan sînor derbas bikin hatin gulebarankirin. Wesayîtên Kobaniyan ji aliyê leşkeran ve hatin rûxandin. Dîmenên du wesayîtên di bin darên fistiqan ên li gundê Boydê yê li rex sînor, nêzîkatiyên leşkerên Tirk ên li hemberî Rojavayiyan nîşan dide.