Leşkerên Tirk welatiyên Kobanê kirin bin çavan
Leşkerên Tirk welatiyên Kobanê kirin bin çavan
Leşkerên Tirk welatiyên Kobanê kirin bin çavan
Li Kobanê pevçûn li sê eniya dijwar dibin. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo deriyê sînor dagir bikin îro êrîşên xwe şidandin. Leşkerên Tirk ên ku bi ti awayî dest li çeteyan wernadin, li ser sînor gelek welatiyên Kobanê kirin binçavan.
Li eniyên rojava, rojhilat û başûr ên Kobanê, di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran tê meşandin.
Pevçûn bi giranî li eniya rojhilat rû didin. Çeteyên DAIŞ'ê îro jî êrîşî Deriyê Sînor ê Kobanê kirin.
Çeteyên ku di êrîşa xwe ya duh de bi ser neketin, êrîşên xwe zêde kirin. Tê gotin ku çete dixwazin eniya bakur bixin destê xwe û bi vî rengî dorê li Kobanê bigirin.
Leşkerên Tirk ên bi ti awayî bersivê nadin van êrîşên çeteyan, destûrê didin çeteyan ku sînor bikar bînin. Hat ragihandin ku leşkerên Tirk, welatiyên Kobanê yên dixwazin êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li rojhilat bişkînin, kirine binçavan.
Di malpera înternetê ya artêşa Tirk de hat ragihandin ku "5 PYD'yî hatine girtin". Hat îdîakirin ku ev kesên mijara gotinê, yên bajêr diparêzin e û hewl didin êrîşên çeteyan bişkînin.
Li aliyê din êrîşên hewayî jî dewam dikin. Li Girê Miştenûrê ku şer lê giran e, saet li dora 14:00 êrîşek hat lidarxistin. Hat ragihandin ku di êrîşê de teqîneke dijwar rû daye û dûxaneke reş ji herêmê bilind bûye.