Leşkerên Tirk mînîbusa piştevaniyê şewitandin

Leşkerên Tirk mînîbusa piştevaniyê şewitandin

Li navçeya Riha Pirsûsê, leşkerên ku êrîşî girseya gel a li ser sînor ê di navbera gundên Dewşen û Betxê de nobed digirt kirin, mînîbusek ji bo destekirina berxwedana Kobanê ji navçeya Mêrdîn Nisêbînê hat, şewitandin. Welatiyên di hundirê mînîbusê de bi zorê xwe rizgar kirin.

Welatiyên bi navê Îbrahîm Halîl Bozkûrt ê ku ji bûyerê re şahidî kir ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku welatî bi zorê ji şewatê filitîne û mînîbus jî bi temamî şewitiye.

Bozkûrt da xuyakirin ku tevî sedemek tinebûn jî leşkeran ji nişka ve bi bombeyên gazê êrîşî gel kirine û got, "Her der bû gaz. Ji gazê kesî hev nedidît. Ji nişka ve tevlîhevî çêbû. Ez jî ji êrîşa bi gazê reviyam û min xwe avêt hundirê wesayîtê. Ciwanên nobed digirtin jî bi kevir û fîşekên hewaî bersiv didan êrîşa leşkeran." Bozkûrt diyar kir ku bi qasî kîlometreyekê dûrî cihê bûyerê, leşkeran vê carê êrîşî mînîbuseke ji Nisêbînê hatibû kirin, ku di hundirê mînîbusê de mirov hebûn. Bozkûrt da zanîn ku leşkeran hem bi keviran hem jî bi gazê êrîşî mînîbusê kirin, agir bi mînîbusê xistin û got, "Mirovên di hundirê mînîbusê de di rewşek panîkê de xwe avêtin derve. Bi zorê min ew xist wesayîta xwe û anî avahiya DBP'ê ya navçeya Pirsûsê.

Bozkûrt rewşa şewitî ya mînîbusê nîşan da û anî ziman ku li aliyekî çeteyên DAIŞ'ê li aliyê din jî leşkerên T.C êrîşî gelê Kurd dikin. Bozkûrt destnîşan kir ku dewlet nikare xwe li mirovên hatine piştevaniya Kobanê dikin, rabigire.

Di vê navberê de hat ragihandin ku leşkerê mînîbus şewitand, êrîş wesayîteke sivîl jî kiriye. Resûl Oral ê ji me re axivî û diyar kir ku ji ber bombeyên gazê yên leşkeran li qoltixa paş a wesayîtekê ketine, agir bi pişt wesayîtê ketiye.