Leşkerên Tirk li sînor gefan li YPG’ê dixwe
Leşkerên Tirk li sînor gefan li YPG’ê dixwe
Leşkerên Tirk li sînor gefan li YPG’ê dixwe
Hate ragihandin ku leşkerên Tirk gefa ku şervanên YPG'ê ji ser sînor biçin li wan dixwe. Bi vê gefê re çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji rojhilatê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê êrîş dikin ji êrîşên dijwar dest bi amadekariyê kirine.
Şerê li Kobanê ya di navbera şervanên YPG/YPJ'ê de bênavber didomin. Di aliyê başûr û rojhilatê Kobanê de çete gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê ku ji bo dagirkirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi dijwarî êrîş dikin û bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê nikarin pêş bikevin û car caran bi alîkariya Tirkiyeyê hewl didn pêş kevin.
Rayedarên leşkerên Tirk ên li ser sînor gefa ku şervanên YPG'ê ji ser sînor biçin li wan dixwin û dibêjin ku ger ji wir neçin ew ê êrîş bikin. Ev gefa leşkeran wekî ku ji bo çeteyên DAIŞ'ê li ser sînor pêş bikevin hate şîrovekirin. Hate hînbûn ku çete ji bo êrîşî deriyê sînor bike dest bi amadehiyan kirine û bi alîkariya leşkerên Tirk hewl dide li ser sînor pêş bikevin.