Leşkerên Tirk deriyê sînor terikandin

Leşkerên Tirk deriyê sînor terikandin

Beşeke girîng a leşkerên Tirk ên li ser deriyê sînor ê Kobanê, bi maşînên zirxî herem terikand.

Tank, topên obus û hawan, bataryayên fuze yên danê sibê li ser xeta sînor hatin bicihkirin, hatin rakirin. Leşkerên Tirk ên ku di nava çend rojên dawî de çekên giran li herêmê bicih kiribûn, gundên Etmanek û Dewşen ên li pêşberî Kobanê vala kiribûn û li gelê destek dida berxwedanê qedexe kiribûn. Balkêş e ku piştî çeteyên DAIŞ'ê ji herêma bakur a li pêşberî gundê Etmanekê dest bi êrîşê kirin, deriyê sînor hat terikandin û herêm hat valakirin.