Leşkerên Tirk ciwanekî Rojavayî qetil kirin

Leşkerên Tirk ciwanekî Rojavayî qetil kirin

Gelê Nisêbînê ku ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê herikî sînor girseya xwest ji Qamişlo ji bo pêşwaziya gelê Nisêbînê were sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Beşir Mirîşko hat qetilkirin.

Pevçûna di navbera gelê Nisêbînê leşker û polîsan de didome.

Li Qamişlo jî girseya ku Komploya navneteweyî şermezar dike ji ber qetilkirina ciwanê Kurd ber bi sînorê ve dimeşe.