Leşkerên Îrane kesek birîndar kir
Leşkerên Îrane kesek birîndar kir
Leşkerên Îrane kesek birîndar kir
Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê li ser sinorê Bakûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê leşkerên Îranê welatî gulebaran kirin û di encamê de kesekî qeydê şêniya Îranê birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, gundê Dûrê yê ser bi Şemzînanê ve li nêzî sinorê Rojhilatê Kurdistanê, leşkerên Îranê welatî gulebaran kirin û hate ragihandin ku Firoz Gewanî yê şêniya Îranê birîndar bû. Piştî gundiyan agahî da, bi ambulansê Gevanî ji cihê bûyerê hate girtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hate ragihandin ku, Gewanê tê dermankirin giran birîndare.