'Leşkerê Tirk nîşan girt û gule berda'
'Leşkerê Tirk nîşan girt û gule berda'
'Leşkerê Tirk nîşan girt û gule berda'
Kader Ortakaya ya ji bo tevlî berxwedana Kobanê bibe û destekê bide sivîlên li wir dijî, bi komek ji hevalên xwe derbasî aliyê Kobanê yê sînor bû hat qetilkirin. Ji hevalên Ortakaya yên pê re ji sînor derbas bûn Ahmet G. û Mûhammed Hemed destnîşan kirin, ku leşkerên Tirk ti hişyarî nedane û bi zanebûn gule berdane wan.
Xwendekara Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakaya (28) ya ji navçeya Riha Wêranşarê, ku berî 25 rojan ji Stenbolê hat Pirsûsê û beşdarî çalakiya nobedê ya ji bo destekkirina berxwedana Kobanê bû, duh saet di 12:30 de, bi komek ji hevalên xwe re ji bo beşdarî berxwedana Kobanê bibe û alîkariyê bide sivîlan ji nuqteya Boydê ya Pirsûsê derbasî aliyê Kobanê yê sînor bû. Kader Ortakkaya di dema derbasbûnê de bi guleya leşkerê Tirk a li serî ketî, jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Kader Ortakkaya di nava koma ji sînor derbas bû, jina bi tenê bû.
Hevalên wê Ahmet G. û Mûhammed Hemed ên bi Kader re ji sînor derbas bûn û niha li Kobanê ne, bûyera qewimî ji ANF'ê re vegotin.
"LEŞKER GULE LI ME REŞAND. GULE LI PAŞ SERÊ KADER KET"
Ahmet G. diyar kir ku duh saet di 12:30 de ew weke komek ji 12-20 ciwanan ji nuqteya Gundê Boydê, ji bo destekkirina berxwedana Kobanê û alîkarîdayîna sivîlan ji sînor derbas bûne û got, "Dema em ji sînor derbas dibûn, leşkeran bi bombeyên gazê êrîşî me kirin. Piştî ku me sînor li dû xwe hişt, gule li me reşandin. Gule mîna baranê di ser me de difiriyan. Yekser nîşan digirtin û gule berdidan. Me jî serê xwe danî û dest bi revê kir. Her yek ji me li aliyekî belav bû. Di dema gulereşandinê de ji nişka ve Kader li pêş min ket xwarê. Di nava xwînê de bû. Kader dema ket erdê hînê sax bû. Piştî demekê êdî xwe nedilivand. Gule li pişt serê wê ketibû û ser çavê wê qul kiribû û derketibû."
"KOBANIYÊN LI SER SÎNOR ALÎKARÎ DAN"
Ahmet G. ragihand ku di dema êrîşê de 3 hevalên wan yek jê ji lingê xwe, yek ji tiliya lingê xwe yek jî ji milê xwe birîndar bûn û anî ziman ku dema gulereşandin sekinî wan hewl dan cenazeyê Kader ji erdê rakin û Kobaniyên li Tilşeîrê di wesayîtên xwe de diman, hatin alîkarî dan wan. Ahmet G. got, "Bi wesayîtên xwe Kader rakirin nexweşxaneya li navenda Kobanê. Kader ji xwe hingî jiyana xwe ji dest dabû."
"KADER JI ME RE DIGOT 'EV DER TÊRÊ NAKE DIVÊ EM LI KOBANÊ BIN'
Ahmet G. diyar kir ku wî di nobeda berxwedanê de Kader nas kiriye û anî ziman ku ji destpêkê ve, ji bo tevlî berxwedanê bibin û alîkariyê bidin sivîlan Kader ew teşwîqî çûyîna Kobanê kiriye û got, "Ji bo vê, bi me re diaxivî û digot, 'Divê em biçin. Li vir girtina nobedê jî girîng e, lê ya bingehîn divê were kirin, çûyîna Kobanê û tevlîbûna li berxwedanê ye. Ev der têrê nake."
YEKANE WATEYA KOMKUJIYÊ, DIJMINATIYA DEWLETA TIRK A LI KURDAN DIKE YE
Hevalekî din ê Kader Ortakaya Mûhammed Hemed jî da xuyakirin ku di rewşeke ewçend çeteyên DAIŞ'ê bi hêsanî ji sînorên dewleta Tirk derbas dibin de wateyeke bi tenê ya qetilkirina jineke ciwan a ji bo destekkirina berxwedanê û alîkariya însanî derbasî Kobanê bibe heye û got, "Ev wateye jî dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd û berxwedana Kobanê dike ye."
"DEMA HAT QETILKIRIN DI ÇENTEYÊ KADER DE KINCÊN JI BO ZAROKAN HEBÛN"
Mûhammed Hemed ragihand ku di dema çalakiya nobedê ya de wî Kader li Gundê Mahser ê Pirsûsê nas kiriye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Kader bi gelê ji Kobanê hat re, gelekî eleqedar dibû. Di karê gihandina alîkariyên ji Şaredariyan re dihat de cih digirt. Qet sekin pê nediket. Lê belê Kader di her firsendê de digot ku ew êdî nikare xwe li vê êşa gelê Kobanê rabigire û dixwaze biçe Kobanê. Li ser vê nêzîkatiya Kader me jî biryar dan ku pê re derbasî Kobanê bibin."
Hemed got, "Dema em derbasî Kobanê dibûn, Kader ji bo zarokan kincên ji bo zivistanê anî bû. Dema hat qetilkirin jî di çeteyê wê yê li pişt de ev kinc hebûn. Wê dixwest wan kincan bi destê xwe li zarokan bike, lê mixabin nehiştin vê bikin û ew qetil kirin."
"DIVÊ CIWAN LI DIJÎ VÊ KOMKUJIYÊ TEVLÎ BERXWEDANA KOBANÊ BIBIN"
Ahmet G. û Mûhammed Hemed destnîşan kirin, ku piştî vê bûyerê ew ê xeyala tevlîbûna li nav berxwedana Kobanê û mezinkirina vê berxwedanê ku Kader derfet nedît bicih bîne, ew ê pêk bînin û anîn ziman ku ji bo hêjayî bîranîna hevala xwe bin, ew ê heta dawiyê li Kobanê li ber xwe bidin.
Ahmet G. û Mûhammed Hemed bang li ciwanên ji Bakurê Kurdistanê û Kobanê kirin ku li dijî vê qetlîamê, bêtir destekê bidin berxwedana Kobanê.