Leşkeran sînor li rojnamevanan qedexe kirin

Leşkeran sînor li rojnamevanan qedexe kirin

Piştî ku hêzên YPG'ê sînorê Serêkaniyê ji çeteyên ser bi El Qaîdeyê paqij kirin û bi temamî xist destê xwe, leşkerên Tirk sînorê ser xetê li rojnamevanan qedexe kir ku biçin wê derê û dîmenan bişkînin.

Hat ragihandin, Albayek bi tîmek ji leşkeran hatin gel rojnamevanên biyanî û yên hundurî yên li stasyona trênê ya Serêkaniyê û ji wan re gotiye, kişandina dîmenan li vê derê qedexeye û xwestiye rojnamevan bi lezgînî herêmê biterikînin.

Li ser nerazîbûna rojnamevanan, albayê Tirk ê navê wî nehat zanîn gef li rojnamevanan xwar û got, eger pêwîst be ewê bi zorê rojnamevanan ji herêmê derxîne.

Hat hînbûn, beşek ji rojnamevanên ku ekîbên weşana zindî jî di nava wan de hebû, neçar mane qada stasyonê biterikînin.