Leşkeran malbata şervana YPJ’ê Sozdar Îsa derb kirin
Leşkeran malbata şervana YPJ’ê Sozdar Îsa derb kirin
Leşkeran malbata şervana YPJ’ê Sozdar Îsa derb kirin

Hate ragihandin ku malbata şervana YPJ'ê Sozdar Îsa ya li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ya xwest tevlî merasîma cenaze bibe ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin û hate derbkirin.
Malbata şervana YPJ'ê Sozdar Îsa ya ku di 15'ê Îlonê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ya li Pirsûsê ji bo cenazeyê keça xwe defin bikin xwest derbasî Kobanê bibin lê rastî astengiya leşkeran hatin. Malbata ji duh ve li Deriyê Sînor ê Yumurtalikê ya li gundê Boydê tê sekinandin rastî heqaretên leşkeran hatin û piştre hatin derbkirin. Malbatê bertek nîşanî astengiyê da û diyar kir ku ji bo cara dawî zaroka xwe bibîne pêwîst be wê canê xwe jî bidin.
Dayika şervana YPJ'ê Sozdar Îsa Eşma Îsa wiha got: "Me xwest em sînor derbas bikin lê leşkeran em asteng kirin û leşkeran çek dirêjî me kirin û ji me re gotin, 'Çima te keça xwe şand, bila te neşandiba.' Em derb kirin û ji wir dûr xistin. Canê min ji canê keça min qîmetir nîn e. Di dawiya wê de mirin jî hebe em ê tevlî cenazeyê keça xwe bibin."
Bavê şervana YPJ'ê Sozdar Îsa Mustafa Îsa jî diyar kir ku wan xwest sînor derbas bikin lê leşkeran ew dan ber keviran û wiha got: "Piştî leşkeran em dan ber keviran em neçûn. Me ji wan re got em dixwazin cenazeyê keça xwe definbikin. Lê çek dirêjî me kirin û heqaret li me kirin û em jî sînor dûrxistin. " Piştre malbat hat cem welatiyên di berxwedanê de û rewş ji wan re vegot û daxwaza alîkariyê kirin. Welatiyên di nobeta berxwedanê de jî ji bo malbata sînor derbas bike agahî dan wekîlên HDP'ê.