Leşkeran li Şemzînanê girtin ser mezrayê

Leşkeran li Şemzînanê girtin ser mezrayê

Hat ragihandin ku leşkeran girtiye ser mezraya Gelêşim a girêdayî gundê Gare yê Şemzînanê.

Hat ragihandin ku mezraya Gelêşim a girêdayî gundê Gare ya Şemzînan a Colemêrgê danê êvarî ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Hat diyarkirin ku leşkeran li mezrayê girtine ser tevayî mal û axuran û yek bi yek kontrol kirine. Hat destnîşankirin ku leşkeran dest daniye ser gelek tifing û guleyên tifingan ên welatiyan.

Serdegirtina mezrayê ku 6 saetan dewam kir, hat diyarkirin ku kesek nehatiye binçavkirin. Niştecihên mezrayê nerazîbûn nîşanî helwesta leşkeran dan û gotin, "Helwesta leşkeran me dixe nav gumanan. Li gund destdanîna ser tifingên ku fatureya wan hene em rast nabînin.”