Leşkeran li Kerboranê gule li gel reşandin: 3 giran 5 kes birîndar bûn

Leşkeran li Kerboranê gule li gel reşandin: 3 giran 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê leşkeran li ser gel gule barandin. Di bûyerê de Hevşaredarê Kerboranê Sinan Akan jî di navde 6 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa 3 birîndaran giran e.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê girseya ku beşdarî cenazeyên Bilal Gezer û Kerem Karaaslan bûn, di vegera Kerboranê de rastî êrîşa çekdarî ya leşkeran hatin. Di êrîşê de 6 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku dema karwan di ber Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Kerboranê re derbas bû silogan gotin. Li ser vê yekê leşkeran jî gule li ser welatiyan reşandin. Di bûyerê de Hevşaredarê Kerboranê Sinan Akan jî di nav de 6 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa 3 birîndaran giran e. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Li gel Sinan Akan welatiyê bi navê Abdulhakim Mete û Abdulkerim Seyhan bi giranî birîndar bûn.