Leşkeran gelê Nisêbînê gulebaran kir
Leşkeran gelê Nisêbînê gulebaran kir
Leşkeran gelê Nisêbînê gulebaran kir
Bi hezaran kesên tevlî merasîma cenazeyê şervanê YPG’ê Selman Turan bûn, sînorê Nisêbîn-Qamişlo rakirin û derbasî aliyê Rojava bûn. Di encama gulebarana leşkerên Tirk de gelek kes birîndar bûn.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ku berxwedana YPG/YPJ’ê didome bi hezaran kesên tevlî merasîma cenazeyê şervanê YPG’ê Selman Turan (Med Cûdî) yê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da bibûn, sînorê di navbera Qamişlo-Nisêbînê de rakirin û derbasî Rojava bûn.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Turan ku bi tevlîbûna dehhezaran li Goristana Şehîdan hat defnkirin, girse paşê ber bi girseya li aliyêdin ê li sînor dirûşm berz dikirin ve meşiyan.
Piştî meşê bi hezaran kesan têlên sînor rakirin û çûn cem Rojavayiyan.
Dema girseyê sînor derbas kir leşkeran gule li girseyê reşandin.
Tevî gulebarana leşkeran jî ku gel sînor derbas kir, gelek kes bi guleyên leşkeran birîndar bûn. Gelek kesên birîndar li aliyê Rojava man. Hat ragihandin ku li aliyê bakur jî gelek birîndar hene.
Erîşa leşkeran didome.